Îlon 11, 2022 18:41 Asia/Tehran
  • Rewşa dawî ya Koronayê li Îranê

Navenda Peywendî û Ragihandina Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê rewşa dawî ya nexweşiya Koronayê li vî welatî ragihand.

Li gor nûçeya Iran Pressê; Navenda Peywendî û Ragihandina Giştî ya Wezareta Tenduristî, Derman û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê di daxuyaniyekê de ragihand, ji duh heta îro (Yekşem) û li gorî pîvanên teqez ên teşxîsiyê, li Îranê 696 nexweşên nû yên tûşbûna bi vîrusa koronayê ya nû (Covîd-19) hatin tespîtkirin. Bi vî awayî hejmara giştî ya nexweşên Covîd-19ê li welêt gihîşt 7 milyon û 538 hezar û 821 kesan.

Li gorî vê daxuyaniyê, di nava 24 saetên dawî de li Îranê 24 kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketine jiyana xwe ji dest dane û hejmara giştî ya kesên ku ji ber vê nexweşiyê mirine gihîşt 144 hezar û 178 kesan.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku heta niha li Îranê 7 milyon û 315 hezar û 563 nexweşên Koronayê baş bûne yan jî ji nexweşxanan derketine.

Li gor amarên fermî yên dawî yên belavbûna vîrusa koronayê, hejmara giştî ya tûşbûyan bi vê nexweşiyê li cîhanê gihîştiye 613 milyon û 525 hezar û 639 kesan û 6 milyon û 515 hezar û 900 kes jî ji ber vîrusa Koronayê mirine.

Serepeyv