Îlon 07, 2022 11:52 Asia/Tehran
  • Îro tetbîqata 1401 a Îqtîdara artêşa Komara Îslamî ya Îranê destpê kir

Tetbîqata Îqtîdara 1401 a hêza bejayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê îro çarşemê li qada giştî ya Nesrabada Îsfehanê li navenda Îranê dest pê dike.

Li gorî rapora têkiliyên giştî ya hêza bejayî ya artêşê, general "Kerîm Çeşek" berdevkê tetbîqata Îqtîdara 1401 a hêza bejayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Ev meşqa bi beşdariya hêzên piyade, zirihî, topxane, hêza hewayî, dron, endazyarî, asmanî, şerê elektronîk û bi piştgiriya veguhestina hewayî (ya pê helîkopter û balafiran) dê du rojan li herêma giştî ya Nesrabada Îsfehanê were lidarxistin.

General Çeşek herwiha got: Tetbîqata Îqtîdara 1401 a hêza bejayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi armanca nirxandin û bilindkirina asta amadebûna şer û berevaniyê ya yekîneyên hêza bejayî ya artêşê ji bo rûbirûbûn bi gefên nû birêve diçe.

Berdevkê tetbîqata Îqtîdara 1401 a hêza bejayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê diyar kir: Di vê tetbîqata du rojî de, veguhestina bilez a leşkeran ji hin deverên bejayî bo devera mîsyonê, pêşxistina deshilata  lîwayên hêzên taybet û bersivdana bilez di warê operasiyonê de û veguhestina wan, pêkanîna taktîkên cihêreng ên xuliqkariyê yên xwecihî û gelek jêhatîbûnên yekîneyên pispor, asta hevrêziyê di pêkanîna operasyonên têkel û hevbeş ên lîwayên pispor de û birêvebirina hêzan di qada şer li gorî rastiyên şerên dawî de bi armanca meşq û perwerdeya êrîşkarî û berevaniyê tên nirxandin.

Serepeyv