Îlon 06, 2022 16:40 Asia/Tehran
  • Îslamî: Me dil heye Îranê bikin cemsera dîzaynkirin û çêkirina hêzgehên atomî

Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê tekez kir: Em dixwazin Îranê veguherînin cemsera dîzaynkirin û çêkirina hêzgehên atomî.

Zanyar û pisporên îranî yên xort tevî hebûna boykotên Amerîkayê û hevpeymanên wê yên ewropî, kariye serkeftinên berbiçav di pêşeya navokî da bi dest bixin.

Li gorî rapora Pêwendiyên Gelemperî ya Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê, Muhemed Îslamî, Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê got: Me çêkirina hêzgehên atomî xistiye rojeva karê xwe û armanca me berhemanîna 10 hezar Megawat elektrîka navokî ye.

Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê her wiha got: Bikaranîna teknolojiyên nûjen dikare rewşê ji bo wergirtina derhatê xweş bike.

Îslamî her wiha got: Yekemîn hêzgeha atomî ya welêt bi qasî 52 miliyar Kîlowat elektrîk berhem aniye û rê li ber mesrefkirina 85 miliyon bermîl neftê girtiye; bi gotineke baştir, di vê heyamê da kariye duberanberî sermiyana terxankirî ji bo çêkirina vê hêzgehê, derhatê bîne.
 

Serepeyv