Îranê kiryara terorîstî li nêzikî balyozxaneya Rûsiyê li Kabulê şermezar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i336278-Îranê_kiryara_terorîstî_li_nêzikî_balyozxaneya_rûsiyê_li_kabulê_şermezar_kir
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê kiryara terorîstî û êrîşa li ser hewşa derveyî ya beşa konsûlî ya Balyozxaneya Rûsiyê li Kabulê ku di encamê da du endamên balyozxaneyê û hejmareke serdaneran hatin kuştin, bi tundî şermezar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 05, 2022 15:00 Asia/Tehran
  •  Îranê kiryara terorîstî li nêzikî balyozxaneya Rûsiyê li Kabulê şermezar kir

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê kiryara terorîstî û êrîşa li ser hewşa derveyî ya beşa konsûlî ya Balyozxaneya Rûsiyê li Kabulê ku di encamê da du endamên balyozxaneyê û hejmareke serdaneran hatin kuştin, bi tundî şermezar kir.

Nasir Kenanî Çafî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Duşemiyê tevî diyarkirina hevxemiyê digel dewleta Rûsiyê û malbata du endamên balyozxaneya vî welatî li Kabulê û malbatên candayiyên din ên efxanistanî di vê êrîşa terorîstî da, ji rayedarên Efxanistanê xwest ku tevdîrên cidîtir ji bo dabînkirina ewlehiya balyozxane û cihên dîplomatîk li vî welatî bigirin ber xwe.

Ji ber kiryara terorîstî ya roja Duşemiyê li nêzikî balyozxaneya Rûsiyê li Kabulê, herîkêm 20 kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Wezareta karên derve ya Rûsiyê piştrast kiriye ku du dîplomatên vî welatî di vê bûyerê da hatine kuştin.