Îlon 03, 2022 15:13 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Komara Îslamî ejdehaya heftserî ya Îstikbarê bi paşva dehf da

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di hevdîtina digel endamên Civata Cîhanî yab Ehlê Beytê (S) û mêvanên beşdar di komcivîna 17an a vê civatê da, got: Komara Îslamî ya Îranê bi îlhamwergirtina ji Ehlê Beytê ejdehaya heftserî ya Îstikbarê bi paşva dehf da û bi pêş ket.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî îro (Duşemî) di vê hevdîtinê da, mezinahî û huba Ehlê Beytê li Cîhana Îslamê bêmînak da
zanîn û tekez kir, Komara Îslamî wek alaya hejandî ya ya Ehlê Beytê li hemberî pergala serdestîxwaz, li ser vê bawerê ye ku li Cîhana Îslamî ti navbireke mezhebî, etnîkî, firqeyî û nijadî, rasteqîn nîne û tenha navbira berbiçav û
rasteqîn, sînor û tixûbên Cîhana Îslamê ndigel bereya kufir û Îstikbara cîhanî ye.

Hezretê Ayetullah Xamineyî her wiha got, Roja îro Komara Îslamî wek mînak û rastiyeke zindî kariye li hemberî cûreyên dijminatî û êrîşan li ber xwe bide û wê şitila nûşînbûyî veguherîne dareke kevin; helbet mebest ji mînakbûnê,
mînakwergirtin ji pêkhateya siyasî nîne, belkî îlhamwergitin ji usûl û bingehên Îmam Xumeynî (Re) ye.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî handana gelên din bo berxwedana li hemberî zorbêjiyan ji hegerên hêrsbûna pergala serdestîxwaz û dijminatiya wê da zanîn û got: Pûçkirina nexşeyên cinayetkarane yên Amerîkayê li welatên cûr
bi cûr ku mînakeke wê DAIŞ bû, bûye sebeba propagandaya giştalî ya tirsandina ji Îrtan û ji Şîeyan û tawanbarkirina Îranê bi destwerdana li welatên din.

Hezretê Ayetullah Xamineyî tevî tekeziya li ser vêya ku Komara Îslamî tu destwerdanekê li welatên din nake, tawanbarkirinên dserdestîxwazan ji ber lawaz û bêşiyaniya wan di pêşîgirtin ji pêşketinên berbiçav ên Komara Îslamî ya
zanîn û got, Helbet divê hemû li hemberî siyasetên îstikbarî hişyar bin û hevrêtiya wan nekin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî siyaseta niha ya Îstikbarê berbiçavkirina ciyawazî û navbirên nerastîn li Cîhana Îslamê da zanîn û got: Tekrîkkirin û plandarêştina ji bo şerê şîe û suneyan, ereb û eceman, şîe bi şe ra û sune bi sune
ra ku aniha li hin welatan tê dîtin, siyaseta Şeytanê Mezin yanî Amerîkayê ye ku divê li hemberî wê hişyar bin.

Hezretê Ayetullah xamineyî di dawiyê da ragihand, Pêşeroja Cîhana Îslamî ronî ye û civata şîe dikare roleke mezin tê da hebe.

Serepeyv