Îlon 02, 2022 11:36 Asia/Tehran
  • Kenanî: Nêrînên Îranê ji bo serhevdaanîna gotûbêjan bo berpirsê hevahengker hatin şandin

Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê berbanga Înê qala şandina nêrînên Komara Îslamî ya Îranê derbarê bersiva Amerîkayê li ser naveroka pêşnivîsa lihevkirina îhtimalî ji bo rakirina boykotan kir û got: Nivîsa ku hatiye şandin rêbazeke avaker bi armanca bidawîanîna gotûbêjan e.

Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemiyê, 15ê Tebaxê, bersiva xwe ya nivîskî derbareyê nivîsa pêşniyazkirî ya Ewropayê ku tê da rêya jinûve-destpêkirina cihanîna tam a Lihevkirina Navokî hatiye şirovekirin, raber kir û ragihand: Eger berteka Amerîkayê digel rastbînî û guhêrbariyê be, dê lihevkirin pêk were.

Amerîkayê jî piştî zêdetir ji hefteyekê di roja 24ê Tebaxê da nêrîna xwe di vî warî da raberî Yekîtiya Ewropayê kir.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Wezareta karên derve ya Îranê berbanga Înê ragihand: Piştî wergirtina bersiva Amerîkayê, tîma karzaniyê ya Komara Îslamî ya Îranê ew bi baldarî vekoland û bersivên Îranê piştî nirxandina di astên cûr bi cûr da, hat amadekirin û êvara Pêncşemiyê radestî Enrique Mora, hevahengkerê Yekîtiya Ewropayê ji bo gotûbêjan hat kirin.

Kenanî her wiha ragihand: Nivîsa ku hatiye şandin rêbazeke avaker bi armanca bidawîanîna gotûbêjan e.

 

 

Serepeyv