Geşatiya sermayeguzarya derveyî li Îranê du beramber bû
Wezîrê Aboriyê yê Komara Îslamî ya Îranê derbarê duberamberbûna asta geşatiya sermayeguzariya derveyî li Îranê agahî da.
Wezîrê Aboriyê yê Komara Îslamî ya Îranê îro di civîna rojnamevaniyê de, destkevtên yeksalî yên dewleta Seyd Îbrahîm Reîsî şirove kirin.
Îhsan Xandûzî, Wezîrê Aboriyê yê Komara Îslamî ya Îranê got: Di warê derveyî de, asta ticaretê ji ber hebûna boykotan ji Îlona 2021`an heta dawiya buhara 2022`an zêdetirî 92.6 milyar dolarî bûye.
Xandûzî her wiha got: Sermayeguzariya derveyî ji Îlona par va heta îro duberamber bûye.
Wezîrê Aboriyê yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Me rewşek derbas kiriye ku Emerîkayê hemî amûrên zextên xwe yên aborî dijî Îranê bi kar anîne.
Wezîrê Aboriyê yê Îranê got: Îranê ji bo sekinîna her du sinaryoyên dewama boykotan an rakirina wan, plan darêştîye.
Xandûzî teqez kir: Siyaseta dîplomasiya cîranetiyê bûye sedem em bikaribin par bayê 26 milyar dolarî kelûpelan bifroşin welatên cîran û me di vî warî da geşatiya sedî 28 hebûye.