Tebax 27, 2022 23:05 Asia/Tehran
  • Operasyona herî nûjen a tetbîqata balafirên bêfirokevan ên hevpar ên Artêşa Komara Îslamî ya Îranê

Fermandarê Hêza Berevaniya Esmanî ya Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser vê yekê ku operasiyona herî nû ya bi roj û nûjen li meşqa hevpar a balafirên bêfirokevan pêk hat.

Tetbîqata hevpar a balafira bêfirokevan a 1401 a artêşa Komara Îslamî ya Îranê roja pêncşemiya borî (25`ê Tebaxê) bi dawî hat.

Ev tetbîqat bi beşdariya çar hêzên artêşa Komara Îslamî ya Îranê, Baregeha Hevbeş a Berevaniya Esmanî ya Xatem El-Enbîa û serperiştiya binkeya navendî ya Xatem El-Enbîa hat lidarxistin.

Bikaranîna balafirên keşfê, şer û wêrankariyê yên xwecihî ji her çar hêzan û pêkanîna operasiyonên firokeyên bêfirokevan ji taybetmendiyên berçav ên vê meşqê bûn ku ji aliyê hêzên beşdar ve bi duristiyeke mezin hat encamdan.

Fermandarê Hêza Berevaniya Esmanî ya Artêşa Îranê emîr orgeneral Alîreza Sebahîferd ragihand: Di tetbîqata hevpar a 1401 a balafirên bêpîlot ên artêşê de, balafirên bêpîlot operesyonên herî nû û nûjen bi serkeftî pêk anîn û di vê tetbîqatê de jî însiyatîf û teknîkên nû hatin lidarxistin. ku di cîhanê de bêhempa ne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB News`ê, "ogeneral Sebahîferd" li çaremîn merasima bibîranîna 565 şehîdên artêşa Komara Îslamî ya Îranê li parêzgeha Qumê got: Hêza bergiriyê ya Îranê ewqasî mezin e ku dijminên Nizama Îslamî, qet nikarin fikira êrîşa ser welatê me jî bikin.

  Fermandarê hêza berevaniya hewayî ya artêşê her wiha got: Hêza me ya îro bi saya mêrxasiya ciwanên vî welatî bi dest ketiye.

Serepeyv