Tebax 24, 2022 22:40 Asia/Tehran
  • Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê: Bersiva Amerîkayê hat wergirtin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku Îranê bersiva dewleta Amerîkayê ya li ser têbîniyên Îranê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên mayî di danûstandinên rakirina dorpêçan de wergirtiye.

Nasir Kenanî Çafî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê roja çarşemiyê ragihand ku bersiva dewleta Amerîkayê li ser nêrîna Komara Îslamî ya Îranê ji bo çareserkirina kêşeyên mayî di gotûbêjên ji bo rakirina dorpêçan de, bi riya Hevrêzkarê Ewropî yê gotûbêjan, wergirtiye û got: Piştî bidawîhatina lêkolînan, Komara Îslamî ya Îranê dê nêrînên xwe yên di vî warî de ji hevrêzkar re ragihîne.

Gera nû ya muzakereyan ku li ser rakirina mueyîdeyên Amerîkayê yên li dijî Îranê di 4ê Tebaxê de li Viyenê dest pê kiribû, di 8ê Tebaxê de bi dawî bû.

Di vê gera danûstandinan de çendîn pêşniyar ji aliyê “Enrique Mora” kordînatorê Yekîtiya Ewropayê di danûstandinên Viyenê de hatin pêşkêşkirin.

Piraniya welatên beşdar di danûstandinên Viyenê de, bi balkişandina li ser rakirina dorpêçên zordarane û neqanûnî yên li ser Îranê, dixwazin bileztir encama danûstandinan diyar bibe, lê gihîştina rêkeftina dawî li benda biryarên siyasî yên Amerîkayê derbarê çend pirsên mayî yên girîng û sereke ye.

Serepeyv