Îranê êrîşa artêşa Amerîkayê ya li ser gelê Sûriyê şermezar kir
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê destdirêjiya artêşa Amerîkayê li dijî gel û binesaziya Sûriyê binpêkirina serwerî, serxwebûn û yekîtiya axa vî welatî nirxand û bi tundî şermezar kir.
Îro danê sibê (çarşemê) navenda fermandariya navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de ragihand, ku di operasyoneke asmanî de bi çavdêriya Serokê Amerîkayê Joe Biden, deverên li Dêrazorê li rojhilatê Sûriyê kirine armanc.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Karûbarên Berdevkiya Wezareta Karên Derve, "Nasir Kenanî Çafî" Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, destdirêjiya nû ya artêşa Amerîkayê li dijî gelê Sûriyê weke kiryareke terorîstî li dijî komên gel û şervanên li dijî dagirkeriyê wesif kir.
Kenanî Çafî diyar kir: Berdewamiya hebûna hêzên Amerîkî li deverên Sûriyê li dijî yasayên navdewletî ye û binpêkirina serweriya niştimanî ya vî welatî ye û wek dagîrkerî tê dîtin û li ser vê bingehê pêwîst e bilez ji Sûriyê derkeve û dest ji talankirina petrola Sûriyê û dewlemendî û dexlên vî welatî berde.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê her wiha îdiaya têkoşîna li dijî têrorîsmê tenê ji bo berdewamiya dagirkeriyê nirxand û eşkere kir: îtîrafên rayedarên Amerîkayê ku DAIŞ ji aliyê Amerîkayê ve hatiye afirandin, hîn ji bîra raya giştî ya herêmê derneketiye.