Tebax 24, 2022 12:31 Asia/Tehran
  • Hûrgiliyên roja ewil a tetbîqata balafirên bêpîlot ên artêşa Îranê

Berdevkê tetbîqata Droneyên artêşa Komara Îslamî ya Îranê ji tetbîqata hevpar a balafirên bêpîlot ên artêşê li herêmên başûr, bakur, rojava û rojhilatê welêt û deverên baregehên droneyan ên li bin erdê agahî dan.

tetbîqata Droneyên artêşa Komara Îslamî ya Îranê yên hevbeş a 1401 îro Çarşemê bi amadebûna çar hêzên artêşê û navenda berevaniya hevbeş a welat li bakur, başûr, rojava û navenda welêt dest pê kir.

Di vê erkê de, beşek ji balefirên keşfê yên bêpîlot ên artêşa Komara Îslamî ya Îranê dê armancên xwe yên ku biryar e di qonaxa din werin jinavbirinê nas bikin.

Ev tetbîqata du rojan dê bi amadebûna 150 balafirên keşfê û şer li bakur, başûr, rojava û navenda welêt were lidarxistin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB News`ê, "Emîr Deryadar(admîral) Mûsewî" berdevkê tetbîqata balafirên bêfirokevan ên artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Balafirên bêfirokevan pêwîst e bi baldarî armanca xwe ya taybet nas bikin û di pêngava bê de wê ji nav bibin.

Emîr Admîral Mûsewî diyar kir: Pêwîst e balafirên bêfirokevan pozîsyona rast a pergalên ku li qada meşqê hatine bicihkirin bi dest bixin da ku van zanînên bidest xistî bêxin ber destê balafirên bêfirokevan ên din re ji bo jinavbirinê.

Berdevkê tetbîqata balefirên bêfirokevan ên artêşa Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Ev tetbîqata balefirên bêfirokevan bi armanca helsengandina hêza êrîşkarî û êrîşa teyrên bêmirov û nirxandina sîstemên ku li devera meşqê hatine bicihkirin, hatiye lidarxistin.

Serepeyv