Tebax 23, 2022 15:29 Asia/Tehran
  • Reîsî: Îmam Xumeynî (RE) bawerî bi xelkê anî

Serokê Komara Islamî ya Îranê destnîşan kir: Nêrîna Îmam Xumêynî (Re) li hember xelkê, nêrîneke formalîte nebû, wî bawerî bi xelkê hebû û bi saya bawera bi Xwedê teala xizmetkirina ji bo xelkê riya nêzîkbûna li Xwedê dizanî.

Serokomarê Seyîd Îbrahîm Reîsî û endamên hikûmetê îro (sêşemî) bi boneya hefteya hikûmetê, bi beşdarbûna li mezara pîroz a Îmam Xumeynî (re), soz û peymana xwe ya derheq armanc û îdealên damezrînerê Komara Îslamî ya Îranê nû kirin.

Li gorî rapora Klûba Rojnamegerên Ciwan, serokomar seyd Îbrahîm Reîsî bal kişande ser vê yekê ku îro em hatine ji bo ku em bi Îmam Xumeynî (Re) re soz û peymanê daynin da xizmetariya me ji Xwedê teala re bibe û got: Hikûmet bawer e li her cihê ku xwe bispêre gel  û gel bawer bike wê ser bikeve."

Serokê Komara Islamî ya Îranê baweriya Îmam Xumeynî (Re) bi gel weke sedema serketina di berevaniya pîroz de da zanîn û got: Divê ev karê Îmam (re) ji me re bibe mînak.

Reîsî da xuyakirin, ku divê edalet ji aliyê hemû dewletparêzan ve were dîtin, ger di vî warî de gav bên avêtin, baweriya gel dikare were bidestxistin.

Serepeyv