Nûkirina peyman û sozên xwe ji aliyê serokomar û desteya wezîran derheq armanc Îmam Xumeynî (RE)
Serokê Komara Islamî ya Îranê û endamên hikûmetê bi amadebûna li ser mezara pîroz a Îmam Xumeynî (re) soz û peymana xwe ya derheq armanc û îdealên damezrînerê Komara Îslamî ya Îranê nû kirin.
Serokomarê Seyîd Îbrahîm Reîsî û endamên hikûmetê îro (sêşemî) bi boneya hefteya hikûmetê, bi beşdarbûna li mezara pîroz a Îmam Xumeynî (re), soz û peymana xwe ya derheq armanc û îdealên damezrînerê Komara Îslamî ya Îranê nû kirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB News`ê, desteya wezîran û endamên hikûmetê piştî danîna qefte gulan li ser mezara Îmam Xumeynî (re) derheq damezrînerê Komara Îslamî ya Îranêbi rêz û hurmet girtin û ji bo xwendina fatiheyê li dora mezara damezrînerê mezin ê inqilabê kom bûn.
Serokê Komara Islamî ya Îranê paşê dê li mezargeha Îmam Xumeynî (RE) û li pêşberî rojnamevanan gotarekê pêşkêş bike.