Tebax 21, 2022 14:13 Asia/Tehran
  • Ji ber bûyera trafîkê li Tirkiyê, Îranê peyama sersaxiyê da

Berdevkê Wezareta derve ya Îranê ji ber bûyera trafîkê li parêzgehên Xazî Anteb û Mêrdînê ya Tirkiyê ku di encamê da bi dehan welatiyên vî welatî hatin kuştin û birîndar bûn, sersaxî da gel û dewleta vî welatî.

Roja Şemiyê ji ber du bûyerên trafîkê li başûrê rojhilatê Tirkiyê, herî kêm 30 kes hatin kuştin û 45 kes birîndar bûn.

Li gorî rapora Fars Newsê, Nasir Kenanî Çafîê, Berdevkê Wezareta derve ya Îranê roja Şemiyê ji ber van bûyeran peyama sersaxiyê da gel û dewleta Tirkiyê.

Berdevkê Wezareta derve ya Îranê tevî diyarkirina hevxemiya xwe di gel malbatên goriyan û daxwaza rehmeta Xwedê ji bo goriyan, hêviya şîfayê ji bo birîndarên vê bûyerê kir.

 

Serepeyv