Tebax 13, 2022 21:02 Asia/Tehran
  • Amarên herî dawî yên vîrusa koronayê li Îranê

Navenda Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên dawî de 55 kesên din bi Koronayê ketine.

Li gorî Navenda Peywendiyên Giştî ya Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê, ji duh heta îro (şemî) û li gorî pîvanên teqez ên teşhîsê, li Îranê 3315 nexweşên nû bi Covid-19 hatin tespîtkirin û 798 kes ji wan rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî vê yekê li Îranê bi giştî hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 7 milyon û 468 hezar û 894 kesan.

Her wiha di nava 24 saetên dawî de li Îranê 55 kesên din bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirine û hejmara miriyan jî gihîşt 142 hezar û 861 kesan.

Li Îranê heta niha 7 milyon û 161 hezar û 583 kes bi Koronayê baş bûne yan jî ji nexweşxaneyan derketine.

Li gorî amarên fermî yên welatan, heta niha zêdetirî 594 milyon û 377 hezar kes li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine û zêdetirî 6 milyon û 452 hezar kes jî ji ber nexweşiya Covid-19 canê xwe ji dest dane.

Serepeyv