Tebax 11, 2022 20:02 Asia/Tehran
  • Bersiva Rêberê Înqilaba Îslamî ji bo nama Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê

Hz. ayetullah Xamineyî di bersiva nama sekreterê giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê de, berxwedana bi wêrekî û cesaret a Cîhada Îslamî sedema bilindkirina pêgeha vê tevgerê di berxwedanê û bêbandorkirina fêlbaziya Rejîma Siyonîstî û biçûkkirina vê rejîmê da zanîn.

Li gor zanyariyên binkeya ragihandinê ya Nivîsîngeha Rêberiya Inqilabê, ya îro Pêncşemê; Hz. ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî li bersiva nama “Ziyad el-Nexaleh” sekreterê giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, desnîşan kir ku bûyera vê dawiyê romet û şerefa Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê gelek bilind û zêde kir û cih û şûna vê tevgerê di berxwedana bi rûmet a gelê Filistînê de bilind û bi nirx kir û got: We bi berxwedana xwe ya lehengane siyaseta xapînok a rejîma dagirker bêbandor kir û we îsbat kir ku her beşek ji girûpa berxwedanê dikare bi tena serê xwe pozê dijmin bi axê bikişîne û wê biçûk bike.

Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî ya Îranê herwiha got: Bi girêdana mucahidatên Xezeyê bi Şerîeya Rojavayê û hêzên din ên berxwedanê bi piştgirîya xwe ji tevgera cîhadê, we karî bi serbilindî yekitîya cîhada miletê Filistînê ji dijminê rezîl û xapînok re îsbat bikin û eva ji we re bû şanazî.

Hz. ayetulah Xamineyî bal kişand ser vê yekê ku hemî hewlên komên filistînî li hemî axa Filistînê divê ji bo parastina yekrêziyê bibe û destnîşan kir: Dijminê dagîrker her ku diçe lawaz dibe û berxwedana filistîniyan bihêztir dibe û em her dem li kêleka we ne.

Ziyad Nexale di nama xwe ya ji bo rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî ya Îranê de bal kişande ser hebûna berfireh a Mucahidên Filistînê bi taybetî Tevgera Cîhada Îslamî û baskê leşkerî yê wê, Seraya el-Qudsê li seranserê Filistînê û bi taybetî li Xeze û Şerîeya Rojavayê û destnîşan kir: "Bi hebûna tabûrên berxwedanê yên Cîhadê, ti rojek derbas nabe, meger ku li Şerîeya Rojava bi Rejîma Siyonîst ra nakokî û pevçûn çêbibin."

Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî di şirovekirina rewşa Xezayê de, bal kişand ser rawestana bi hêz a vê herêmê li hember rejîma dagîrker û li ser şer û pevçûnên sê rojî yên vê dawiyê got: Me navê “Wehda El-Sahat” li van şer û pevçûnan kir yanî Yeketiya Meydanan, da ku em tekezî li ser yekitiya miletê xwe li hember dijmin bikin, dijminê ku bi hemû hêz û komployên xwe hewl dide vê tifaqê têk bibe.

Ziyad Nexale bal kişande ser vê yekê ku di vî şerî de tevahiya axa Filistînê ya dagirbûyî di bin nîrê mûşekên berxwedanê yên Cîhada Islamî de bû û got: Ev şer texmînên Rejîma Siyonîstî bi awayekî xirab kir ku ew neçar man di heyama 3 rojan de daxwaza agirbestê bikin û teslîmî şertên berxwedanê bibin.

Emîndarê Giştî yê Cîhada Îslamî pilana dijmin ji bo çêkirina neyariyê di navbera hêzên berxwedanê de bi nav kir û got: Wan ragihandin ku armanca şer tenê Cîhada Îslamî ye, lê Cîhada Îslamî bi tekoşîna xwe ya bi hêz û wêrek hemû matmayî kir û piştevaniya gişt hêzên berxwedanê ji xwe re qezenc kir. hemû hêzên berxwedêr li navçe û cîhanê û ji aliyê gelê Filistînê û hemû rêxistinên berxwedêr ve hate pejirandin û piştgirîkirin ku di seriyê wan de tevgera Hemas cih digire.

Sekreterê Giştî yê Cîhada Islamî ev destkefta berxwedanê ji bo gelê Filistînê ji bo serketinên mezintir li pêşerojê wek pêşengek da zanîn û spasiya rola tevgera Hizbullahê bi serokatiya Seyd Hesen Nesrullah û piştevaniya Îranê di hemû aliyan de bi serokatî û rênimayiyên Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî kir û bi bîr xist: Bêyî piştevanî û rawestana we ya berdewam, ev serketin û serketinên berê pêk nedihatin.

Serepeyv