Tebax 11, 2022 17:43 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan li ser zelalkirina aliyên karesata Mezar Şerîfê û berpirsyariya sebebkarên wê tekez kir

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê ronîkirina aliyên curbicur ên karesata Mezar Şerîfê bi hikûmeta vê demê ya Efxanistanê re, wek erka wezareta karên derve da zanîn û got: Ev mijar di muzakereyên bi desteya deshilatdar li Efxanistanê re hertim di rojevê de ye.

Rêûresma 24`mîn salvegera şehîdkirina nûçegihan û dîplomatên Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Mezar Şerîf a Efxanistanê, roja Çarşemê 10`ê Tebaxê, bi amadebûna Husên Emîr-Ebdullahiyan û malbatên şehîdan li Wezareta Karên Derve bi rêve çû.

8 Tebax 1998-an, Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Cumhuriya Îslamî (Komara Îslamî) Mehmûd Sarimî tevî 8 endamên konsulxana Îranê li bajarê Mezarê Şerîf a Efxanistanê bi destê beşek ji koma Talîbanê a wê demê şehîd bûn.

 Li ser vê yekê Civata Çandê ya Gelêrî her sal 8’ê Tebaxê weke Roja Nûçegihanan bi nav kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê, li merasima şehîdbûna nûçegihan û dîplomatên Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Mezarê Şerîf ragihand ku erkê sîstema dîplomatîk a welatê me ye ku ji bo ronîkirina aliyên curbicur ên vê bûyerê, vê mijarê bi cidî bişopîne û di vê çarçêvê deew wezîfedar e ser vê yekê bi berpirsên desteya rêveberiya Efxanistanê gotûbêjê bike.

Wezîrê Karên Derveyî yê Iranê herwiha got: Mijara şehadeta nûçegihan û dîplomatên Îranê li Mezarê Şerîfê hertim di danûstandinên curbicur de bi rayedarên Efxanî re hatiye hilkolandin û zelalkirina aliyên vê bûyerê û hesabpirsîna wan wek daxwazeke cidî hertim di rojevê de ye.

Serepeyv