Tebax 11, 2022 10:51 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Îranê li ser rakirina astengan û başkirina peywendiyên digel Yekîtiya Ewropayê tekez kir

Wezîrê karên derve yê Îranê li hevdîtina bi balyozê Îranê li Belçîkayê, li ser rakirina astengan û pêşxistina peywendiyên digel Yekîtiya Ewropayê û Belçîkayê û li ser pêwîstiya bikaranîna herî zêde ya şiyanên heyî yên her du aliyan, pêgirî kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Xulamhusên Dûhqanî sefîrê Komara Islamî ya Îranê li Belçîkayê, roja çarşemiyê li hevdîtina tev Husên Emîr-Ebdullahiyan, wezîrê karên derve yê Îranê raporek li bara pêşhatên peywendîyên Îranê û Yekîtîya Ewrupa û hikûmetên Belçîka û Luksamburg û şiyan û kêşeyên di peywendiyên Îran û Ewropayê pêşkêş kir.

Di vê hevdîtinê de Emîr-Ebdullahiyan herwiha rênimayiyên pêwîst ji bo rakirina astengiyan û baştirkirina peywendiyên ligel Yekîtiya Ewropa û Belçîkayê pêşkêş kirin û tekez li ser pêwîstiya bikaranîna herî zêde  ya şiyanên heyî yên di navbera her du aliyan de kir.

Serepeyv