Tebax 10, 2022 09:04 Asia/Tehran
  • Merasima şîna salvegera şehadeta Hz. Îmam Secad (S) bi amadebûna Rêberê Înqilabê

Merasîma şîna şeva şehîdbûna Îmam Secad (silava Xwedê lê be) li Husêniyeya Îmam Xumeynî (RE) bi amadebûna Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî hat lidarxistin.

Li gor nûçeya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya nivîsgeha rêberiya Inqilabê, di vê merasimê de, Hucetul Îslam wel Muslimîn Refiyî di axaftinekê de, erkê mezin yê Îmam Secad (s) piştî bûyera Kerbelayê berdewamiya Cîhadê di çarçêva Cîhada Zelalkirinê da zanîn û got: Vejandina çanda Quranê û kevneşopî û suneta pêxemberê Xwedê teala, îmametê û ronîkirina marîf û dersên olî bi awayê dua û dîlekan û vejandina tevgera Aşûrayê pênc warên sereke yên cîhada ronîkirin û ravekirinê ya Îmam Zeyn-El-Abidîn (s) in.

Her wiha di vê merasimê de birêz Seîd Hedadîyan behsa karesat û belayên wê îmamê hêja kir û mersiye xwend.

Merasîma şîna rojên şehadeta Hezretî Eba Ebdullah El Huseyn (e.s) îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê ji şeva 7an heta 12ê meha Muherema sala 1444 Hicrî-Qemerî bi mideha 6 şevan li Husêniyeya Îmam Xumeynî (RE) ya Tehranê tê lidarxistin.

Îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê û hevalên wî yên emekdar û dilsoz di 10ê Muherema sala 61ê Hicrî-Qemerî de li Kerbelayê şehîd bûn.

Serepeyv