Tebax 08, 2022 09:38 Asia/Tehran
  • Îrana Îslamî di Roja Aşûrayê da şîna Îmam Huseyn (S) digêre

Hevdem di gel roja Aşûraya Îmam Huseyn (S), seranserî Îrana Îslamî yekser di şîna serwer û salarê şehîdan, hezretê Eba Ebdullah Ul-Huseyn (S) da ye.

Îro Duşemî, 8ê Tebaxa 2022an û 10ê Miherema 1444an a Koça Heyvî salroja şehîdbûna serwerê şehîdan, hezretê Îmam Huseyn (S), îmamê sêyem ê şîeyan e.

Roja Aşûrayê ji bo şîeyan bi wateya serhildana rastîn a Îmam Huseyn (S) e ku di sala 61ê ya Koça Heyvî da qewimî û Eba Ebdullah Ul-Huseyn (S) û 72 hogirên wî yên sozdar şehîd bûn.

Gelê şîndar ê Îrana Îslam îro hevdem di gel Aşûraya Îmam Husên (S) bi amadebûna li mizgeft, huseyniye û tekyeyan û bi avakirina desteyên zincîrlêdan û sînezeniyê nûhe û zêmaran dixwînin û di şîn û matema serwer û salarê şehîdan û hogirên wî yên sozdar hêsiran dibarînin.

Armanca serhildana Îmam Huseyn (S) vejiyandina dînê Îslamê bû; Ji ber vê yekê di van rojan Ziyareta Aşûrayê tê xwendin û wek bîranîna Aşûraya sala 61ê ya Koça heyvî ku Îmam Huseyn (S) nimêja nîvro bi awayê komkî li dar xistin, nimêja nîvroja Aşûrayê bi awayê komkî tê xwendin.

 

Serepeyv