Tebax 08, 2022 08:55 Asia/Tehran
  • Merasîma şeva Aşûraya Îmam Husên (S) bi beşdariya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî hat lidarxistin

Merasîma şîndariyê ya şeva Aşûraya Îmam Husên (S) bi beşdariya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (Re) hat lidarxistin.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, di vê merasîmê da hucet ul-îslam wel-mislimîn Sidîqî bîranîna Xwedê sebeba dilniyayî û aramiya dilê mirovê bawermend da zanîn û got: Mînaka herî aşkira ya Nefsa Mutmeine (Nefsê Dilniya û Aram) ku di qurana kerîm da amaje pê hatiye kirin, kesayetê pîroz ê hezretê Seyid Ul-Şuheda (S) ye.

Her wiha di vê merasîmê da, birêz Mêysem Mutî'î jî meqtel û bangî û mersiye xwendin.

Merasîma şîndariya dem û rojên şehîdbûna hezretê Eba Ebdullah Ul-Huseyn (S), Îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê ji şeva heftem heta şeva diwazdehem a Miherema 1444an a Koça Heyvî bi qasî 6 şevan li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (Re) tê lidarxistin.

Îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê û rêhevalên wî yên sozdar di roja 10ê Miherema sala 61ê Koça Heyvî li Kerbelayê şehîd bûn.

 

Serepeyv