Tebax 07, 2022 17:05 Asia/Tehran
  • Li bajarên cuda yên Îranê bi boneya Roja Tasûayê merasîmên şînê hatin lidarxistin

Bi amadebûna berfire ya hogir û oldarên Ehlê Beytê (Silavên Xuda li wan be) merasîmên şîn û sersaxiyê di roja Tasûayê de li bajarên cuda yên Îranê hatin lidarxistin.

Îro yekşemê hevdem e bi nehemîn roja meha Muherremê ya sala 1444ê hicrî-qemerî (07.08.2022) Tasûaya Huseynî (S).

Hezretê Eba Abdullah El-Husên (S) û hevalên wî yên dilsoz û emekdar di 10ê Muherema sala 61ê hicrî-qemerî de li Kerbelayê şehîd ketin.

Îmam Husên (e.s) di bûyera Kerbelayê de bi zelalî destnîşan kir: "Mebesta wî riswakirina hikûmeta neyar û dijî Îslamê û bicihanîna fermana Xwedê teala derbarê "vexwendina ber bi qenciyan û dûrxistina ji xirabî û sûcan" e, herwiha rawestana li ber zulm û sitemkariyê ye."

Şînidarên Husênî li seranserê Îrana îslamî di rojên Tasûa û Aşûrayê de bi helkefta salvegera şehadeta Hezretê Îmam Husên (S) îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê û ehlê beyt û hevalên wî hezretî yên wefadar ji wan hezretê Ebulfezl (S) birayê wî Îmamê hêja, bi lidarxistina merasîmên şîndarî û tazîdariyê wan şehîdên giranqedir bi bîr tînin. 

Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, merasîmên şîna roja Tasûayê îro yekşemê li bajarên curbicur ên Îranê hatine lidarxistin û niha berdewam dikin.

Serepeyv