Tebax 06, 2022 12:28 Asia/Tehran
  • Lidarxistina şeva duyemîn a merasîma şîndariya Hz. Seyîd El-Şuheda (S) bi amadebûna rêberê mezin ê inqilabê

Duyemîn şeva merasima şîna hezretî Eba Ebdullah El-Husên (silava Xwedê lê bê) bi amadebûna rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî li Husêniyeya Îmam Xumeynî (RH) hat lidarxistin.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Nivîsîngeha Rêbertî, Di vê merasimê de, Hecetul Îslam wel Muslimîn Alî di axavtinekê de nîşan û pîvana sereke ya oldariyê eva da zanîn ku mirov li alî û bereya îmamê heq û merîfetê bibe û meqam û wezîfeya Îmam nas bike û di dewamê de got: Li gora vê nîşaneya bingehîn, ne tenê oldariya gelê Îranê piştî şoreşa îslamî ji aliyê hijmar ve zêde bûye, belkî zêdetir ji 40 salan e, xelkê qurbanî dane ku ala Komara Îslamî wek ala bêguhêr a heqîqet û dadmendiyê di cîhanê de her bimîne û bi vî awayî kalîteya olperestiyê xwe jî pir zêde kirine.

Her wiha di vê merasimê de birêz Mehdî Selehşor behsa bela û şînên Hz. îmam Husên (s) ehlê beyta wî hezretî û heval û hogirên wî li desşta Kerbelayê kir. 

Merasîma şîndariya rojên şehadeta Hezretî Eba Ebdullah El Huseyn (S) îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê ji şeva 7an heya 12ê meha Muherrem a sala 1444 Hicrî-Qemerî 6 şevan li Husêniyteya Îmam Xumeynî (RE) ya Tehranê tê lidarxistin. 

Îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê û hevalên wîhezretî yên dilsoz û emekdar di 10ê Muherremê ya sala 61ê hic-qemerî de li Kerbelayê şehîd bûn.

Serepeyv