Tebax 05, 2022 13:36 Asia/Tehran
  • Oliyanov û Baqirî li Viyenê civiyan

Endamê payebilind ê Taxima gotûbêjker a Îranê û endamê taxima gotûbêjker a Rûsiyê li Viyenê civiyan.

Li gorî rapora IRNAyê,Elî Baqirî, Endamê payebilind ê Taxima gotûbêjker a Îranê û Mîxayîl Oliyanov endamê taxima gotûbêjker a Rûsiyê di vê hevdîtinê da derbarê mijarên cûr bi cûr şêwirîn.

Baqirî roja derbasbûyî jî bi awayê cuda tev Ênrîke Mora Alîkarê Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê û Pîtir Lavênskî Tîfenthal qayîm meqamê wezareta derve ya Otrîşê civiyabû.

Gotûbêjên navbera nûnerên Îranê û aliyên din ji îro va di çarçoveyên cûr bi cûr da dê bên şopandin.

 

 

Serepeyv