Tebax 04, 2022 15:24 Asia/Tehran
  • Baqirî û Mora li Viyenê civiyan

Endamê payebilind ê Taxima gotûbêjker a Îranê û Berpirsê Hevahengker ê Lihevkirina Navokî civiyan.

Li gorî rapora IRNAyê, Elî Baqirî Kenî, Endamê payebilind ê Taxima gotûbêjker a Îranê îro nîvro di gel Enrique Mora Berpirsê Hevahengker ê Lihevkirina Navokî li Viyenê civiya û wan derbarê dora nû ya gotûbêjan gotûbêj kir.

Baqirî beriya vêya jî di gel taxima Rûsiyê civiyabû.

Taxima gotûbêjker a Îranê bi serokatiya Elî Baqirî Kenî Alîkarê siyasî yê Wezareta derve ya Îranê ji bo dewama gotûbêjên rakirina boykotên zalimane yên Amerîkayê vê sibê derbasî Viyena paytexta Otrîşê bû.

Gotûbêjên bi mijara rakirina boykotên zalimane û neqanûnî li dijî Îranê ji ber dahêneriyên Taxima gotûbêjker a Îranê tûşî hin pêşketinan bûye, lê derengiya dewleta Joe Biden ji bo cebirandina kiryarên neqanûnî yên dewleta berê ya Amerîkayê û dewama kampanyaya zexta herî pirr, hin şik û guman di cidîbûna vî welatî ji bo vegeriyana li Lihevkirina Navokî pêk anîne û bûye sebeba dirêjbûna pêvajoya gotûbêjan.

 

 

Serepeyv