Tebax 03, 2022 10:55 Asia/Tehran
  • Grossi: Bernama navokî ya Îranê pir bi lez pêş diçe

Rêvebirê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê (IAEA) Rafael Grossi îdia kir ku bernama nukleerî ya Îranê bi lez pêş dikeve.

Li gorî rapora IRNA`yê; Rêvebirê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê ku ji bo beşdarbûna 10.emîn Konferansa Çavdêriyê ya NPT çû New Yorkê, roja Sêşemê ser dema herêmî, ji rojnamevanan re got: Bernama navokî ya Îranê di sala 2022an de ji bernama wê ya sala 2015an pir cuda ye. Bernama navokî ya Îranê pir bi lez pêş dikeve û berfireh dibe, lê ev nayê wê wateyê ku em nikarin wê piştrast bikin.

Grossi herwiha eşkere kir ku ji bo piştrastkirina vê bernama navokî, li gorî pêşkeftina vê bernamê, pêwîstiya me bi vê yekê heye ku em çavdêriyê ser bikin.

Rêveberê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê her wiha got, Îranê derbarê santrîfujên nû de em agahdar kirine.

Daxuyaniyên Rêvebirê Giştî yê IAEA rojek piştî wê yekê ne ku Behroz Kemalwendî Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê ragihandibû ku fermana lêkirina gazê bo sedan makîneyên santrîfujê ji wan makîneyên pêşketî hatiye dayîn, ev kar li gor cîbicîkirina qanûna me ya pêngava stratîjîk e û berî niha ev mijar ji IAEA re hatiye ragihandin.

Welatên rojavayî bi taybetî Amerîka di berdewamiya hewldanên xwe yên medyayî û derûnî de piştî qutbûna danûstandinên Viyenê, li şûna cîbicîkirina erkên xwe yên ji bo vejandina Rêkeftina Navokî, bi hincetên cuda Îranê sûçkar dizanin.

Serepeyv