Tebax 02, 2022 18:09 Asia/Tehran
  • Berdevkê hikûmeta Îranê ragihand: Serokê Komara Îslamî ya Îranê dê beşdarî civîna Civata Giştî ya NY bibe

Berdevkê Hikûmeta Îranê derbarê amadebûn û axaftina Serokê Komara Îslamî ya Îranê li Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) agahî da.

“Elî Behadurî Cehormî” berdevkê hikûmeta Îranê, roja sêşemê li hevdîtina bi rojnamevanan re, bal kişande ser amadebûna Seyd Îbrahîm Reîsî serokê Komara Îslamî ya Îranê li civîna salane ya Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Îlona îsal û got ku planên pêşîn ji bo beşdariya Raîsî li rûniştina Neteweyên Yekbûyî hatine amadekirin.

Behadurî Cehormî li ser tedbîrên hikûmetê ji bo şopandina daxwaza Îranê ji Efxanistanê derbarê mafê Îranê ji ava Hîrmendê jî got: aliyê Efxanistanê mafê avê yê Îranê ji çemê Hirmend qebûl kiriye û cudahiya her du aliyan tenê li ser rêjeya hatina avê ye, ku Îran bi cidî wê dişopîne.

Li gorî peymana Hirmendê ku di sala 1972'an de ji aliyê rayedarên Îran û Efxanistanê ve hatiye îmzekirin, para Îranê ji ava çemê Hirmendê di salê de 820 milyon metrekup e û di saniyeyê de jî nêzî 26 metrekup e, ku helbet di demsal û mehên cuda de diguhere.

Hikûmeta berê ya Efxanistanê ku îdia dikir pabendî vê peymanê ye bi avakirina bendava Kemal Xan li parêzgeha Nîmrûzê li ser çemê Hirmend, mafê avê yê Îranê bin pê kir ku vê yekê ziyaneke mezin gihandiye jiyana mirov, ajal û nebatan li derdora çemê Hirmendê li Îranê, bi taybetî li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê.

Bi damezrandina hikûmeta demkî ya Talîbanê li Efxanistanê, vê hikûmeta demkî bi caran li ser pabendbûna ser peymana Hirmandê tekez kiriye, lê heya niha derbarê dayîna heqê Îranê ji ava Hîrmendê îhmal kiriye.

Berdevkê hikûmeta Îranê derbarê mafê Îranê ji ava çemê Arasê jî got: Li ser asta serokomarên Îran û Tirkiyê ser vê yekê gotûbêj bûye û tê pêşbînîkirin ku wezîrên Av û Elekterîkê yên her du welatan jî vê mijarê bişopînin û niha ji bo vê yekê hewlên zav tên dayîn.

Îran û Tirkiye bi hev re çemên sînorî û hevpar hene ku yek ji wan çemê Arasê ye ku çavkanya wê Qeresûya Tirkiyê ye û Çemeke din jî çemê Zengbar e ku ew jî ji Sarisûya Tirkiyê derdikeve.

Siyaseta Tirkiyê ya çêkirina bendavan di van salên dawî de, ji bilî ku ziyaneke mezin a jîngehê gihandiye Îran, Iraq û Sûriyê, li ser çandiniya van welatan jî metirsiyeke eşkere ye.

Serepeyv