Tebax 02, 2022 08:59 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Pêşniyara Borrell ya derbarê Rêkeftina Navokî de li ber çavan e

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Joseph Borrell pêşnûmeya nêrîna aliyên cuda yên gotûbêjan amade kiriye û wek pêşniyara hevrêzkarê Yekîtiya Ewropayê pêşkêşî hemû aliyan kir û em li paytextan vê pêşniyarê dinirxînin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan li gotûbêja xwe ya li bara rewşa dawî ya muzakireyên Rêkeftina Navokî got: Di çar mehên borî de, me bi rêya nûnerê Yekîtiya Ewropayê ligel aliyên Amerîkî li ser mijara rakirina sizayan peyamên xwe guhertiye û niha em gihîştine astekê ku Burrell pêşnûmeya nêrîna aliyên cuda yên danûstendinan di civînê de amade kiriye û wek pêşnîyara koordînatorê Yekîtîya Ewrupa pêşkêşî hemû alîyan kiriye û em vê pêşniyarê li paytextan dinirxînin.

Emîr-Ebdullahiyan diyar kir: Çarçoveya danûstandinan, xetên sor û armanca ku em di danûstandinan de dişopînin diyar in û piştî ku nêrîn ji aliyê pisporan ve hatin lêkolînkirin, me amadetiya xwe ragihand ku di dema diyarkirî de şandên Îran, 4+1 û Amerîkayê dikarin danûstandinên xwe yên nerasterast li Viyenê derbarê hûrgiliyên zêdetir bona bidestxistina encamên her rêkeftinekê bişopînin.

Emîr-Ebdullahiyan herwiha got: Wezareta karên derve ya Îranê wek gotûbêjker bi hesasiyet û duristî ji bo mafên gelê Îranê gotûbêjan dişopîne û ji bo me giring e ku di rêketinama dahatî de hêlên me yên sor bi tevayî berçav bên girtin.

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Ez dixwazim tekez li ser vê yekê bikim ku em li ser gihandina rêkeftineke bihêz, baş û bi îstîqrar ciddî ne û eger aliyê Amerîkî rastbîn û nermbûna pêwîst di danûstandinên muhtemel ên li pêşiya me de hebe, lihevkirin nemumkin nîne.

Serepeyv