Tebax 02, 2022 08:26 Asia/Tehran
  • Li Îranê ji ber lehiya vê dawiyê hejmara miriyan gihişt 76 kesan

Serokê Rêxistina Birêvebirina Qeyranê ya Wezareta Navxwe ya Îranê ragihand ku hejmara qurbaniyên lehiya vê dawiyê gihîştiye 76 kesan.

Lehiyên ku ji ber diyardeya Monson ji 23’ê Tîrmehê destpê kiribûn û heta niha jî didome. 24 parêzgehên Îranê ketine ber bandora van lehiyan.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Îran Press`ê, Muhemed Husên Namî, serokê Rêxistina Birêvebirina Qeyranê ya Wezareta Karên Navxweyî şeva duşemê got: 76 kes di lehiyên vê dawiyê de li Îranê jiyana xwe ji dest dane û 16 kes jî hîn bê ser û şûn (winda) ne.

Namî amaje bi wê yekê kir ku 24 parêzgehên welat tûşî lehiyê bûne û di dewamê de eşkere kir: Parêzgeha Tehranê herî zêde qurbaniyên mirovî di lehiyê de dîtiye û piştî wê parêzgehên Kirman, Yezd, Mazenderan, Merkezî, Sîstan û Belûçistan û Loristanê di rêzê de ne.

Serokê rêxistina birêvebirina qeyranan a Wezareta Navxwe ya Îranê derbarê wêranbûna malên niştecihan de jî got: 20 hezar malên niştecihan di vê heyamê de ziyan dîtine, 13 hezar malan pêwîstiya wan bi çaksaziyê hene û 7 hezar malan jî bi tevahî hewce ne ku bên nûjenkirin.

Serepeyv