Tîrmeh 31, 2022 16:12 Asia/Tehran
  • Fermandarê gişt ê Sipahê: Alahilgirên zanist û agahiyê divê rastiya dijmin bi başî vebêjin

Fermandarê gişt ê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî tekez kir: Alahilgirên zanist û agahiyê divê rastiya dijmin bi başî vebêjin.

Serdar serleşkerê pasdar Husên Selamî, Fermandarê gişt ê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di sîhemîn komcivîna rênima û rêveberên siyasî yênn Sipahê da tevî amajeya bi têkçûnên lipeyhev ên Ameîrkayê di şopandina stratejiya boykot û zexta herî pirr da got: Dema ku em di nava şerê aborî da ne, lê welatê me rengê welatekî têkçûyî nade, ev nîşana serkeftin û vê rastiyê ye ku gel bawer e ku welat di mijarên siyasî, leşkerî û pêşketinên çandî da ber bi iqtidar û pêşketinê va diçe.

Fermandarê gişt ê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî her wiha got: Dijin şiyana rûbirûbûna zelal, aşkira û bi rastbêjî di meydana têkoşînê da tuneye.

Serdar Selamî her wiha got: Erebistana ku bi pereyê xwe alîkariya Amerîkayê dikir, niha ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe lawaz bûye.

Fermandarê gişt ê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî li ser serdana vê dawiyê ya Joe Biden serokomarê Amerîkayê bo Rojavayê Asyayê jî got: Biden ji serdana xwe ya vê dawiyê bo navçeyê bi destên vala û bêyî tu destkeftekê vegeriya Amerîkayê.

 

Serepeyv