Tîrmeh 26, 2022 16:20 Asia/Tehran
  • Rêkeftina Îranê bi Iraqê re ji bo şandina hejmareke zêde ji ziyaretkiran bo mezarên pîroz di meha Muherremê de

Serokê navenda hevahengiya Erbeîna Huseynî, derbarê rêkeftina Îranê bi hikûmeta Iraqê re bo şandina hejmareke zêde ya ziyaretkiran bo mezarên pîroz di meha Muherremê de agahî da.

Li gorî malpera ragihandinê ya Wezareta Navxwe, Seyd Mecîd Mîr-Ehmedî, serokê navenda hevahengiyî ya Erbeîn Huseynî ragihand: Li gor rêkeftina bi hikûmeta Iraqê re, ziyaretkir dikarin di meha Muherremê de bi awayê ferdî yan komî biçin bajarên pîroz ên Necef û Kerbelayê.

Mîr-Ehmedî amaje bi hilketina meha Muherremê û elaqeya hezkiriyên Huseynî (s) bo seredana mezarên pîroz kir û got: Li gor rêkeftinekê ligel Wezareta Navxwe ya Iraqê, di heyama Muherremê de jî ziyaretkirên Îranê dikarin bêyî ti astengiyekê bi awayê karwan an ferdî ji sînorên bejayî yên Mêhran û Şelemçeyê derbas bibin û sefera pîrozgehên li Iraqê yên Necef û Kerbelayê bikin. 

Serokê navenda hevahengiya Erbeîna Huseynî herwiha got: Ji bo derbaskirina sînorên bejayî şertê pêwîst ew e ku pasaportek derbasdar ligel karta vaksîna koronayê hebe.

Serepeyv