Tîrmeh 24, 2022 18:49 Asia/Tehran
  • Serdar Tengsîrî: Em ji bo pêkanîna her memûriyetekê li Kendava Farisê amade ne

Fermandarê Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî tekez kir: Bi tevdîra Fermandarê mezin ê gişt hêzan û hebûna çalak û bibandor li Lecmenê (lêvika başûrî ya navçeya şêrr) ya Kendava Farisê, em ji bo pêkanîna her cûre memûriyetekê tam amade ne.

Li gorî rapora YJC'yê, Serdar Elîrzea Tengsîrî, Fermandarê Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Ewlehiya girav û sînorên deryayî yên başûr û bakûrê welêt ketiye rewşa gelanî û ev tevdîra stratejîk a Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bûye sebeba xurtbûna asta ewlehiya girav û peravan.

Fermandarê Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî her wiha got: Li gorî belgenameya bi navê Geşatiya mayînde ya Giravan ku ji bo geşatiya 14 giravên li Kendava Farisê hatiye pesendkirin, erkên taybet ji bo gelek saziyên cihêner hatine diyarkirin.

 

Serepeyv