Tîrmeh 21, 2022 23:43 Asia/Tehran
  • Peywendiya telefonî ya Emîr-Ebdullahiyan ligel Wezîrê Derve yê Iraqê û şermezarkirina topbarankirina Zaxoyê

Wezîrê karên derve yê Îranê bi mehkûmkirina topbarana seyrangeha gundê Perexa Zaxoyê, bal kişand ser piştevaniya bi biryar a Komara Îslamî ya Îranê ji aramî û ewlehiya Iraqê.

Li gorî daxuyaniya Navenda Giştî ya Ragihandin û Berdevkiya Wezareta Karên Derve, Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê îro Pêncşemê di pêwendiyeke telefonî de li gel Fûad Hisên Wezîrê Derve yê Iraqê, derbarê topbarankirina seyrangeha gundê Perexê ya Zaxoyê li parêzgeha Dihokê gotûbêj kirin. Wî di vê hevpeyvînê de êrişa topxana artêşa Tirkiyê ya ser xelkê bêguneh, di nav wan de jin û zarok û malbatên ku ji bo mebestên geştyarî û kêfxweşiya xwezayê li vê deverê amade bûne, şermezar kir.

Emîr-Ebdullahiyan hevxemiya xwe bi malbatên qurbaniyan, dewlet û gelê Iraqê re diyar kir û tekez li ser piştevaniya tund a Komara Îslamî ya Îranê ji aramî û ewlehiya Iraqê kir.

Artêşa Tirkiyê duh Çarşembê 20ê Tîrmeha 2022an cihekî geştyarî li gundê Perex ê ser bi Zaxoyê li parêzgeha Duhokê topbaran kir. Li gor daxuyaniyên fermî yên rayedaran, di encama topbaranê de 11 kes hatin kuştin û 31 kesan jî birîndar bûn ku di nav wan de jin û zarok jî hene.

Nerizamendî û xwepêşandan û pêla şermezarkirina vê cinayeta Tirkiyê li Iraqê û navçê û cîhanê her diçe zêdetir dibe û heta niha gellek siyasetmedar, kesayet û elîtan ligel çalakvanên medyaya civakî ev kiryarên Tirkiyê şermezar kirine.

Serepeyv