Tîrmeh 21, 2022 22:19 Asia/Tehran
  • Îranê êrîşa li ser havîngeheke Zaxoya Iraqê şermezar kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê êrîşa li ser seyrangeheke bajarê Zaxoyê li Kurdistana Iraqê şermezar kir û li ser piştevaniya cidî ya Komara Îslamî ya Îranê ji aramî û ewlehiya vî welatî pêgirî kir.

Li gorî ragihandina Dayireya Giştî ya Ragihandin û Karûbarên Berdevkiyê ya Wezareta Karên Derve ya Îranê, Berdevkê vê wezaretê Nasir Kenanî Çafî, topbarana bajarê Zaxoyê li bakurê Iraqê ku di encamê de 12 kesên sivîl hatin kuştin û 31 kes jî birîndar bûn, şermezar kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê hevxemiya xwe bi malbatên qurbaniyan, dewlet û gelên Iraqê re nîşan da û li ser piştevaniya bi biryar a Komara Îslamî ya Îranê ji aramî û ewlehiya Iraqê pêgirî kir û got: Komara Islamî ya Îranê ewlehiya Iraqê wek ewlehiya xwe dizane û di vî warî de her alîkariyek ku ji destê wê were dike.

Çavkaniyên nûçeyan ên Iraqê duh êvarî (çarşemê) ragihandin ku artêşa Tirkiyê êrişî bakûrê vî welatî kir û pê topavêjan seyrangeheke bajarê "Zaxoyê" li Herêma Kurdistana Iraqê kir armanc ku di encamê de 12 kes ji xelkê sivîl hatin kuştin 31 kes jî birîndar bûn, ku di nav de gelek jin û zarok jî hebûn.

 Di demekê de ku bi tekez tesbît bûye Tirkiyê berpirsê êrişa ser bajarê “Zaxo” yê Iraqê ye, hikûmeta vî welatî berpirsyariya vê êrişê nagirt ser xwe û PKK wek sedema êrişê dide zanîn.

Serepeyv