Reîsî: Kontrolkirina gişt sînorên Sûriyê ji aliyê artêşa vî welatî pêwîst e
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Artêşa Sûriyê divê li ser hemû sînorên vî welatî serdest bibe û rêz li serweriya neteweyî ya vî welatî were girtin.
Li gorî rapora navenda ragihandinê ya serokomariyê, Seyd Îbrahîm Reîsî, serokê Komara Îslamî ya Îranê roja çarşemê li hevdîtina tev Feysel Miqdad wezîrê karên derve yê Sûriyê li Têhranê, hêviya serkeftin û bexteweriyê ji bo dewlet û miletê Sûriyê xwest û got: pêşeroj ji bo dewlet û gelê Sûriyê ye û sebir û berxwedana gelê Sûriyê dê pêşeroja vî welatî û herêmê geş bike.
Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Vekêşana Amerîkayê ji rojhilatê Firatê û tevaya navçê, çareya bingehîn a qeyranên rojavaya Asyayê ye û wek ku rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî jî got; amerîkî divê xwe ji Sûriyê vekişînin.
Feysel Miqdad her wiha silavên Beşar Esed serokomarê Sûriyê gihandin serokomarê Îranê û raporek li ser rewşa siyasî û ewlehiyê ya vî welatî pêşkêş kir.
Wezîrê karên derve yê Sûriyê bal kişand ser îradeya welatê xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê û got: Ji bo pêkanîna armancên diyarkirî yên Sûriyê gelek destpêşxeriyên siyasî û dîplomatîk di rojeva me de ne.
Wezîrê karên derve yê Sûriyê bi pesindana lidarxistina civîna Astana li Îranê û dilxweşiya xwe ji destkeftên vê civînê got: Şîroveyên serokê Komara Îslamî ya Îranê û rêberê giranqedr ê Inqilabê nîşana hevpeymaniya Têhran û Şamê ye.