Tîrmeh 20, 2022 15:21 Asia/Tehran
  • 2 sînorvanên henga sînorî ya Baneyê di pevçûna tev terorîstan da şehîd bûn

Fermandarê Sînorvaniya parêzgeha Kurdistanê (rojavayê Îranê) got: Di pevçûna sînorvanan di gel komeke terorîst li du nuqteyên sînorî yên Bane û Paweyê 2 hêzên sînorvaniyê yên Baneyê şehîd bûn.

Arif Sipehrî, Fermandarê Sînorvaniya parêzgeha Kurdistanê di gotûbêja bi Fars Newsê ra li Sineyê tevî amajeya bi pevçûna çekdarî navbera sînorvanan û komên terorîst û dijberê nîzamê li Baneyê, got: Di van operasiyonan da du kes ji dolawerên têkoşer ên sînorvaniya vê şaristanê şehîd bûn.

Sipehrî got: Şeva derbasbûyî (Sêşem) sînorvanên bi xîret ên îranî ji bo parastina Îrana Îslamî di dema şopandina zîvala sînorî di gel çekdarên terorîst ku dixwestin ji du nuqteyên sînor li hengên Pawe û Baneyê derbasî welêt bibin ketin pevçûnê û bi agirê giran û sekinîna bihêz rê li ber ketina terorîstan nav welêt girtin.

Fermandarê Sînorvaniya parêzgeha Kurdistanê bi gotina vê yekê ku di van du operasiyonan da komeke terorîst hat jinavbirin û hejmareke berbiçav a çek û muhîmatê hat keşfkirin, got: Di van operasiyonan da setvan dyem Mehdî Muhemedî Neseb û Ostvar duyem Elî Fazilî Şad şehîd bûn.

 

Serepeyv