Bi amadebûna Reîsî û Erdogan: Îran û Tirkiyê belgeya hevkariyê îmze kirin
Merasima îmzakirina belgeyên hevkariyên hevpar û hevhatinnama navbera Têhran û Enqerê bi amadebûna serokomarên her du welatan birêve çû.
Li gorî rapora IRNA`yê, belgenameyên hevkariyê yên Îran û Tirkiyê li warên geşepêdana veguhestin û tranzîtê, danûstendinên zanistî û çandî, werzîş, enerjî, çandinî û cotkariyê û danûstendinên ticarî-aborî bi amadebûna serokên her du welatan, ji aliyê heyetên pilebilind ên Îran û Tirkiyê ve hatin îmzekirin.
Serokomarên her du welatan berî îmzakirina belgeyên hevkariyên hevpar ên Îran û Tirkiyê li pişt deriyên girtî gotûbêjên dualî yên berfireh kirin.
Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê duh şev li ser vexwandina fermî ya Seyîd Îbrahîm Reîsî serokê Komara Îslamî ya Îranê di serokatiya şandeke pilebilind a rayedarên siyasî û aborî yên wî welatî bo heyama du rojan serdana Têhranê kir.
Îro Sêşemê merasima pêşwaziya fermî ya Serokomarê Tirkiyê ji aliyê serokê Komara Îslamî ya Îranê ve bi lêxistina sirûdên neteweyî yên her du welatan li kompleksa çandî-dîrokî ya Sedabadê birêve çû.
Her wiha heftemîn lûtkeya pêvajoya aştiya Astana sêşemiyê bi şev bi amadebûna serokomarên Îran, Tirkiye û Rûsyayê li Têhranê tê lidarxistin û di vê civîna sêalî de Reîsî, Erdogan û Pûtîn dê li ser pêşhatên vê dawiyê li Sûriyê û şerê li dijî terorê, di nav de DAIŞ û PKKê û vegera bi dilxwazî ya penaberên Sûrî bo malên xwe gotûbêj bikin.
Erdogan dê di çarçoveya vê hevdîtinê de bi Serokomarê Rûsyayê re jî hevdîtineke dualî pêk bîne.