Tîrmeh 18, 2022 09:29 Asia/Tehran
  • Cejna Xedîra Xumê pîroz be

Îro Duşem, 18 Zîheca sala 1443an a Koça Heyvî, 18ê Tîrmeha 2022an roja cejna Xedîra Xumê ye, Ev eyda Îslamî yek ji eydên mezin ên misilmanan e.

Xedîra Xum navê derekê di navbera Mekke û Medîneyê da ye ku pêxemberê hêja yê Îslamê, hezretê Muhemed (S) li sefera xwe ya Hecê ya dawîn nasyar bi Hecetulwêdaê, îmamê yekem ê şîeyên cîhanê, Îmam Elî (S) wek "Welî" û dewsgirê xwe bi dû xwe ra diyar kir.

Pêxemberê hêja yê Îslamê (S) li vegeriyana xwe ya ji Hecê ya dawîn gişt misilmanên ku beşdarî merasima Hecê bûbûn li deverekê ku dibû çend rê yê bi navê Xedîra Xumê kom kirin û hezretê Îmam Elî (S) wek wesî û bira û dewsgirê xwe ji aliyê Xwedayê teala va da nasandin . Pêxemberê hêja Hz. Muhemedê Mustefa (S) li gotareke girîng a Xedîra Xumê got: "Her kes ku ez mewlayê wî me, ji vê şûn da eva Elî ye ku mewlayê wî ye."

"Xelkê bawermend û Xwedêxwaz ê Îrana Îslamî di şev û roja ceşna pîroz a Xedîra Xumê da tevî amadebûna li cih û warên mezhebî, pîrozgeh û mizgeftan, bi xemlandina wan cihan û vêxistina çirayên reng bi reng û belavkirina şirnî û şerbetan ceşna pîroz a Xedîra Xumê pîroz dikin.

Li bajarên pîroz ên wekî Meşhed û Qomê cejnên hanê şikl û formeke taybet hene, xwendina mewlûdnamê û dayîna pesna Îmam ewil ê şîeyan yek ji van bernamên taybet li şev û roja eyda Xedîra Xumê ye.

Radyo û televîziyona Komara Îslamî ya Îranê cejna pîroz a Xedîra Xumê li gişt şîeyan û misilmanên din û azadîxwazên cîhanê pîroz dike.

 

 

Serepeyv