Tîrmeh 12, 2022 18:15 Asia/Tehran
  • Qalîbaf: Amerîka cihînerê sîyaseta sîyonîstan li herêmê ye

Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê, Amerîka cihînerê sîyaseta sîyonîstan li herêmê zanî.

Biden seredana xwe ya rojavaya Asyayê dê sibê destpê bike û roja 16ê Tîrmehê jî li Erebistanê bi dawî bîne.

Mihemedbaqir Qalîbaf Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê îro got: Eva ku Waşîngton veguhere cihînerê sîyasetên Israyîlê li herêmê dê şaşitîyeke istiratêjîk a Biden Serokomarê Amerîkayê be ku berî her kesî dê ser zîyana dewleta Biden be.

Qalîbaf derbarê seredana bê ya herêmê ya Biden da herwiha got: Seredana Biden karê tam ê sîyonîstan e û Serokomarê Amerîkayê cihînerê wan plan û pirojeyan e ku Rêjîma Sîyonîst wek

dijminê sereke yê gelên herêmê ew bi hemî hûrgilîyan darêştine û ji wî ra gotine ka dê çi bike û çi neke.

Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê herwiha got: Welatên cînar ku bi Îranê ra dîrok û siberojeke hevpar hene, bila himberî her cure plana amerîkî-israyîlî ku armanca zelal a wan alozkirina rewş û pergala herêmê ye, hişyar bin û dûhatên wê bi awayekî deqîq û durist texmîn bikin.

 

Serepeyv