Emîr-Ebdullahiyan çû Îtalyayê
Tîrmeh 11, 2022 11:45 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Îranê ji bo hevdîtin û gotûbêja tev rayedarên Îtalyayê di serê taximekê da berê xwe da vî welatî.
Li gorî rapora IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê di hevdîtina tev rayedarên Îtalyayê da, dê derbarê mijarên dualî û navçeyê bişêîwire.
Emîr-Ebdullahiyan di axaftinekê da beriya çûyîna ber bi Îtalyayê va got: Di vê serdanê da ku li ser vexwendina wezîrê karên derveyê yê Îtalyayê, pêk tê, danûstandinên dualî bi taybet di warên hevkariyên siyasî, aborî û bazirganî dê bên şopandin.