Tîrmeh 10, 2022 18:12 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan tekezî li ser pêwîstiya yekîtiya misilmanan ji bo pêkhatina armancên hevpar kir

Wezîrê karên derve yê Îranê li ser pêwîstiya yekîtiya misilmanan ji bo serêxwegirtina armancên hevpar tekez kir.

Îro Yekşemî, 10ê meha Zîheceya 1443an a Koça Heyvî û 10ê Tîrmeha 2022an, Cejna Pîroz a Qurbanê an jî Eyda Ezha ji cejnên mezin ên misilmanan e.

Bi vê boneyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Yekşemê bi şandina peyamên cuda xitabî hevpêşeyên xwe li welatên îslamî, hatina cejna mezin a Qurbanê li wan û misilmanên cîhanê pîroz kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê di peyamên xwe bo hevpêşeyên xwe li welatên îslamî da, tekezî li ser yekîtî û hevgirtina misilmanan ji bo pêkhatina armancên hevpar û pêşketina civakên îslamî  kir.

 

Serepeyv