Tîrmeh 09, 2022 12:30 Asia/Tehran
  • Peyamên sersaxiyê yên Serokomar, wezîrê derve û serokê meclisa Îranê ji hikûmet û gelê Japonê re

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî di peyamekê de ji bo Fumio Kishida serokwezîrê Japonê, hevxemiya xwe tev hikûmet û neteweya vî welatî ji ber koça dawî ya Şînzo Abe serokwezîrê berê yê vî welatî li êrişeke nemirovane diyar kir û ji wan re sersaxî xwest.

Şînzo Abe, serokwezîrê berê yê Japonê, roja Îniyê dema ku li bajarê Narayê li rojavayê vî welatî axaftinek dikir, bi gulleyan birîndar bû û piştre li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, Seyd Îbrahîm Reîsî bi boneya koça dawî ya serokwezîrê berê yê Japonê Şînzo Abe, hevxemiya xwe nîşan da û destnîşan kir ku ew siyasetmedarekî mezin ji bo gelê Japonê û kesayetiyek navneteweyî bû ku li pêşdebirina peywendiyên dîrokî yên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Japonê roleke girîng lîst.

Reîsî li dawiyê hevxemiya xwe ya kûr ji bo hikûmet û neteweya Japonê derbirî û ji Xwedayê mezin hêsayî û rehmet ji bo ruhê serokwezîrê berê yê vî welatî xwest.

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan jî çend saetan berî serokomarê Îranê di peyamekê de ji Wezîrê Derve yê Japonê Hayashi Yoshimasa re hevxemiya xwe ji ber koça dawî ya “Şinzo Abe” serokwezîrê berê yê vî welatî ragihand.

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê li peyama xwe ya ji bo hevtayê xwe yê Japonî, Şînzo Abê wek rêberekî binavûdeng da zanîn ku li pêşhatên Rojhilata Asyayê roleke girîng lîst.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mala Melet, Muhemed Baqir Qalîbaf, serokê meclisa şêwra islamî ya Îranê jî li peyamekê bo Hirokî Hosuda, serokê meclisa nûnerên Japonê, kiryara cinayetkar a terorkirina serokwezîrê berê yê vî welatî şermezar kir û ragihand: Hewldanên Şînzo Abe bo pêşxistina peywendiyan Dostaniya her du welatan ji mêjiyê gelê Îranê nayê paqijkirin.

Serepeyv