Reyîsî: Xelkê Kurdistana Îranê bi xîret û xwedan çand û şaristaniyeta dewlemend e
Serokê Komara Îslamî ya Îranê xelkê Kurdistanê gelekî bi xîret û xwedan çand û şaristaniyeta dewlemend da zanîn.
Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Înê wek serdana xwe ya 27an bo parêzgehan, hevrê di gel wezîr û endamên taxima dewletê derbasî parêzgeha Kurdistanê li rojavayê welêt bû.
Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Kurdistan di dîroka Înqilaba Îslamî da wek parêzgeheke berxwedêr tê naskirin ku zêdetirî 5 hezar şehîd û 9 hezar canbaz pêşkêşî Înqilabê kirine û bi rastî di meydana berevaniya ji Înqilab û berxwedana ji bo ramanên Înqilaba Îslamî bi ser ketiye.
Reyîsî her wiha got: Kurdistan li Îranê wek parêzgeheke xwedan çand û şaristaniyet tê naskirin û hemû cihên vê paarêzgehê tê da nîşaneyên şaristaniyet û pêşîneya dîrokî hene.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê potensiyela herî girîng a parêzgeha Kurdistanê hêza însanî ya kêrhatî, cewan û xwenda da zanîn û got: Parêzgeha Kurdistana Îranê xwedanê gelek potensiyelan di warên cotkarî, ajeldarî, geştyarî û madenan e.