Tîrmeh 06, 2022 23:44 Asia/Tehran
  • Amarên herî dawî yên Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku li Îranê 5 kesên din ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Peywendî û Ragihandina Giştî ya Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê îro Çarşemê ragihand: Di 24 saetên borî de 5 nexweşên ku bi vîrusa koronayê ketibûn li vî welatî jiyana xwe ji dest dan. Bi vî awayî hejmara miriyên ji ber Koronayê li Îranê gihêşt 141 hezar û 413 kesan.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê her wiha ragihand: Ji duh heta îro Çarşemê li gorî pîvanên teqez ên teşxîsê, 1271 nexweşên nû yên bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketî li vî welatî hatin tespîtkirin û bi vê yekê hejmara van nexweşan gihîşt 7 milyon û 242 hezar û 919 kesan.

Li gorî vê raporê, heta niha li Îranê 7 milyon û 63 hezar û 846 nexweş baş bûne yan jî ji nexweşxanên Îranê derketine.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî ya Îranê ragihand ku di 24 saetên borî de 29 hezar û 915 dozên vaksîna Koronayê li vî welatî hatiye lêdan.

Vî wezaretê her wiha ragihand: Heta niha 64 milyon û 664 hezar û 50 kesan doza yekem, 58 milyon û 19 hezar û 874 kesan doza duyem û 27 milyon û 801 hezar û 649 kesan jî doza sêyem a vaksîna Koronayê wergirtine û hejmara vaksînên ku li welêt hatine derzîkirin gihîştiye 150 milyon û 485 hezar û 573 dozan.

Serepeyv