Tîrmeh 06, 2022 18:59 Asia/Tehran
  • Reîsî: Xurtkirina ticareta digel welatên herêmê pêwîst e

Serokê Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir: Sûdwergirtina ji derfetên pêkhatî jibo xurtkirina ticareta digel welatên herêmê pêwîst e.

Seyd Îbrahîm Reîsî îro di civîna desteya wezîran da pêgirî kir ku sûdwergirtina ji derfetên pêkhatî jibo xurtkirina ticareta digel welatên herêmê nemaze cînaran pêwîst e.

Reîsî herwiha amajeyî derfeta bikaranîna xeta krêdiyê û sermayeguzarîya navxweyî û derveyî jibo geşkirina sermayeguzarîyê li welêt, pêşxistina pîşeyê û cihanîna projên hevpar digel welatên din ji wan şopandin û cihanîna proja korîdora Reşt-Astarayê û domandina wê ji riya Komara Azerbaycanê kir û pêgirî kir ku divê şopandina rêkevtinamên di navbera Îranê û welatên din da ji hêla wezaretxane û dezgehên têkildar va bên lezandinê.

Reîsî herwiha amajeyî wajokirina liyêkgiheştinama bayê 7 milyard dolarî jibo pêşxistina meydana niftê ya hevpar a Azadêganê kir û ev kara yek ji nîşaneyên girîng ên piştgermiya li şîyana navxweyî û sûdwergirtina ji sermîyan û diravê li welêt û bikaranîna wan di geşepêdana berhemanînê de da zanîn û got: Bi wajokirina vê liyêkgiheştinamê ku pêngaveke girîng di rêya hewlên dewletê jibo jordabirina asta sermayeguzarîyê di geşkirina berhemanînê da ye, şirketên mezin ên aborî wek alîyê pêşdebir ê abora welêt çalak bûne û gelê me yê di siberojeke nêzîk da berhem û encamên van karana bibîne.

Serepeyv