Tîrmeh 06, 2022 17:50 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdulahîyan: Muzakireyên Qeterê ji bo wergirtina garantîya aborî ji Amerîkayê bûn

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir: Muzakireyên Qeterê jibo wergirtina garantîya aborî ji Amerîkayê bûn û me ti daxwazek dervayî rêkevtinama navokî tineye.

Husên Emîr-Ebdulahîyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê îro di civîna çapemenîyê ya hevpar digel Muhemed Bin Ebdulrehman Alê Sanî hevtûşê xwe yê qeterî da li Têhranê got: Me li Duheyê têkildarî mijara wergirtina garantîya kêrhatî ji Amerîkayê di warê her tişta ku xêra aborî ya wê di rêkevtinama aborî da hebe, muzakire kir, alîyê amerîkî nekariye Îranê di vî warî da dilnîya bike.

Emîr-Ebdulahîyan herwiha pêgirî kir: Me derbara pêwîstîya xurtkirina mêkanîzm û rêxistinên herêmî û hevkarîyên welatên herêmê da gotûbêjên erênî hebûn û Qeterê hertim di warê gotûbêj û hevkarîyên zêdetir ên herêmî da roleke erênî lîstîye û di warê xurtkirina gotûbêjên herêmî da pêngavên kêrhatî rakirine.

Wezîrê Karên Derve yê Qeterê jî di vê civîna çapemenîyê da got: Eva girîng e ku hemî alî û şirîk li welatên cînar hewlên avaker bidin jibo serketinên navokî û destpêkirina gotûbêjên herêmî û ji ber pêbawerîya Îranê himber Qeterê jî sipasîya Tehranê dikim.

Wî herwiha got: Gotûbêjên di navbera Îranê û welatên dorhêla Kendava Farsê da jî dikarin encamên erênî hebin û peywendîyên geş di navbera welatên herêmê da dikarin ser xêra gelan bin.

Serepeyv