Tîrmeh 06, 2022 10:35 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Lihevkirin, eger ji hev têgihîştin û berjiwendiya hevdu tê de hebe, mumkin û li ber dest e

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê li twîtekê li bara peywendiya telefonî ya xwe bi berpirsê siyaseta derve yê Yekîtiya Ewropayê re nivîsî: Lihevkirin, eger ji hev têgihîştin û feydeya hevdu tê de hebe, mumkin û li ber dest e.

Gotûbêjên Duhayê piştî 3 meh û nîv rawestan piştî muzakirên Viyenê, rojên sêşemî û çarşemiya hefteya borî, di navbera Îran û Amerîkayê de bi awayekî nerasterast û bi asankariya “Enrique Mora” alîkarê berpirsê siyaseta derve yê Yekîtiya Ewropayê birêve çû.

Gotûbêjên Viyenê bi destpêşxeriyên desteya muzakereyên Îranê bi pêş ketine, lê piştguhxistina van pêşniyarên Îranê ji aliyê rojavayiyan bi taybetî hikûmeta Joe Biden ji bo qerebûkirina kiryarên neqanûnî yên hikûmeta berê ya Amerîkayê û berdewamiya kampaniyaya zexta herî zêde, bû sedema şik û gumanên zav li ser cidiyeta vî welatî ji bo vegera ser Rêkeftina Navokî û bû sedema dirêjbûna pêvajoya diyalogê.

Wezîrê karên derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan li ser peywendiya telefonî ya roja Sêşemî 5`ê Tîrmehê ya bi Josep Borrell berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) re di twîtekê de nivîsî: Em hîn jî amade ne ji bo danûstandinê ji bo gihîştina lihevkirineke bihêz û bi îstiqrar.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwisa nivîsî: Amerîka ye ku divê biryarê bide ka ew lihevkirinê dixwaze yan jî li ser daxwazên xwe yên yekalî îsrar dike.

Serepeyv