Tîrmeh 04, 2022 09:12 Asia/Tehran
  •  Emîr-Ebdullahiyan: Çaverêtiya me ji aliyên din jî ev e ku sozên xwe bi duristî bi cih bînin

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Aliyê amerîkî bêyî tu rêbazeke li gorî dahênerî û pêşketinê hat Dûhayê.

Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê di gotûbêja telefonî tev hevpêşeyê xwe yê fransî da got: Nirxandina Îranê ji gotûbêjên vê dawiyê li Dûhayê erênî ye; Lê divê em bibînin kanê aliyê amerîkî çawa dixwaze derfeta dîplomasiyê bi kar bîne.

 

Emîr-Ebdullahiyan bi gotina vêya ku Îran hertim di gotûbêjan da, pêşniyaz û îdeyên xwe yên erênî hilêxistine, got: Aniha rêya dîplomasiyê vekirî ye û Îran ji bo gihîştina bo xala dawiyê ya lihevkirineke baş û mayînde, cidî ye û bi rastbêjî tev digere.

Wî got: Çaverêtiya me ji aliyên din jî ev e ku sozên xwe bi duristî bi cih bînin.

Wezîrê derve yê Fransayê jî bi gotina vêya ku bidestxistina lihevkirinê baştir ji nebûna lihevkirinê ye, got: Divê derfeta gotûbêjê ji bo bidestxistina lihevkirinekê ku gişt jê razî bin, bê bikaranîn.

 

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Aliyê amerîkî bêyî tu rêbazeke li gorî dahênerî û pêşketinê hat Dûhayê.

 

Serepeyv