Tîrmeh 02, 2022 06:48 Asia/Tehran
  • Erdhejeke bi mezihaniya 6.1 rîşter parêzgeha Hormuzgana Îranê hejand

Erdhejeke bi mezinahiya 6.1 rîşter berbanga Şemiyê saet di 02:02:07 da parêzgeha Hormuzganê li başûrê Îranê hejand.

Enistîtûya Jeofîzîka zanîngeha Tehranê bendera Xemîrê li parêzgeha Hormuzganê wek navenda vê redhejê da zanîn.

Ev erdhej li kûrahiya 10 kîlomitriya erdê qewimiye.

Erdhej li gelek şaristanên vê parêzgehê ji wan li Mînab, Rûdan û Qişmê jî hatiye hestkirin.

Ji ber vê erdhejê heta niha herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û 8 kes jî birîndar bûne.

 

Serepeyv