Tîrmeh 01, 2022 09:07 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan û Fuad Husên bi rêya telefonê axivîn

Wezîrên derve yên Îran û Iraqê bi rêya telefonê li ser mijarên dualî û navçeyî axivîn.

Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê derve yê Îranê di gotûbêja telefonî di gel Fuad Husên wezîrê derve yê Iraqê sipasiya hewildanên pêkhatî yên rayedarên vî welatî derbarê hêsankirina karên ziyaretkerên hecê yên îranî kir û daxwaza şopandina mijarên mayî ji aliyê dewleta Iraqê va kir.

Wezîrê derve yê Iraqê jî tevî ragihandina alîkariyê ji bo şopandina mijarên mayî yên têkildarî heca îsal, li ser amadetiya dewleta Iraqê ji bo dabînkirina rewşa pêwîst di destpêka gotûbêjên siyasî navbera Îran û Erebistanê li Bexdayê tekez kir û hêvî kir ku ev gotûbêj bibin sebeba alûgorên erênî ji bo destpêkirina peywendiyên navbera du welatên girîng li navçeyê.

 

 

Serepeyv